Çeteyên DAIŞ bi hewanan êrîşî rojnamevanan kir

Çeteyên DAIŞ bi hewanan êrîşî rojnamevanan kir

Çeteyên DAIŞ ên du roj in gundên li sînorê Pirsûsê topbaran dikin vê carê jî rojnamevan hedef girtin. Du topên hewanê avêtin qada rojnamevanan lê weşana zindî dikirin.

Çeteyên DAIŞ vê carê bi hewanan êrîşî cihê rojnamevanan lê weşana zindî dikirin kirin. Çeteyan du topên hewanê avêtin rojnamevanên li rex Parka Suleyman Şah a li jora Deriyê Sînor ê Muşîtpinarê cih digire.  Ji cihê topên hewanê lê ketin dûman bilind bû. Topên hewanê yên li cihê vala yê hinek ji cihê weşana zindî lê dihat kirin ketin, ti kes birîndar nebû. 50 metre dûrî cihê topên hewanê lê ketin konên AFAD vedane hene.