Çeteyên birîndar dîsa anîn Tirkiyeyê

Çeteyên birîndar dîsa anîn Tirkiyeyê

Li gundê Merdisimêl ê Kobanê, şerê di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de giran dibe. Li dû teqîna danê sibê, 5 wesayîtên ku yek jê bi plaqeya Sûriyeyê, 4 jî bê plaqe bûn, ji Dobanê derbasî Pirsûsê bûn. Hat ragihandin ku di van wesayîtan de çeteyên birîndar hebûn.

Li gundê Merdisimêl ê Kobanê ku bi rojane şer lê giran e, heman piştî teqîna danê sibê saet 09:00, 5 wesayît ku yek jê bi plaqeya Sûriyeyê (Honda ya reş a li pêşiya plaqe tinebû) û 4 jî bê plaqe (Hondayeke cama wê grî, 2 Toros ên spî û Golfeke sor) ji gundê Merdisimêlê derbasî Pirsûsê bûn.

Wesayîtên ji ber Qereqola Merdisimêlê derbas bûn hat xwestin k ji aliyê çalakgerên nobedê yên li nuqteya lêgerînê ya Bedhê bê rawestandin. Lê belê kesên mijara gotinê wesayît bi ser gel de ajotin û berê xwe dan Pirsûsê.

Hat îdîakirin ku di hundirê wesayîtan de çeteyên DAIŞ'ê yên di encama operasyona şervanên YPG'ê de birîndar bûn, hebûn.