Çeteyê êrîşî trena Thalys kir di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûbû
Îstîxbarata Spanyayê îdîa kir ku êrîşkarê li Fransayê roja Înê hewl da di trena bi lez Thalysê de komkujiyê bike û hat girtin, di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûbû.
Îstîxbarata Spanyayê îdîa kir ku êrîşkarê li Fransayê roja Înê hewl da di trena bi lez Thalysê de komkujiyê bike û hat girtin, di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûbû.
Îstîxbarata Spanyayê îdîa kir ku êrîşkarê li Fransayê roja Înê hewl da di trena bi lez Thalysê de komkujiyê bike û hat girtin, di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûbû. Rayedarên Fransayê jî îdîa dikin ku ev agahî beriya niha ji wan re nehatibû ragihandin.
Kesekî welatiyê Fasê yê 26 salî, ku roja Înê di trena sefera Amsterdam-Parîsê dikir de xwest bi çeka kalaşnîkovê komkujiyê bike, ji aliyê 3 leşkerên Amerîkî yên ji bo betlaneyê li ser rêya Fransayê bûn ve hatibû bêbandorkirin. Di bûyerê de yek jê leşkerê Amerîkî du kes jî birîndar bûbûn.
Ji yekîneya antî-terorê ya Spanyayê rayedarek ji AFP'ê re peyivî û diyar kir ku kesê li trenê êrîş kir endamê komeke tund a Îslamî ye û heta sala 2014'an li Spanyayê maye. Rayedar da xuyakirin ku êrîşkarê 26 salî piştre bar kiriye Fransayê û dûre di 10'ê Gulaan 2015'an de ji Berlînê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye.
Rayedarê Spanyayî da zanîn ku ev kesê welatiyê Fasê piştre dîsa vegeriya y Fransayê û wan ev agahî hemû bi Fransiyan re parve kirine.
Rayedarên Fransayê jî, beşek ji agahiyên îstîxbarata Spanyayê piştrast kir. Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve argihand ku êrîşkar heta sala 2014'an li herêma Andalûzya ya Spanyayê maye û dûre bar kiriye Belçîkayê.
Ji yekîneya antî terorê ya Fransayê rayedarek ji AFP'ê re peyivî û anî ziman ku li gorî agahiyên ji Spanyayê hatiye, der heqê êrîşkar de dosya hatiye vekirin. Lê belê rayedarên Fransayê îdîa dikin ku Spanyayiyan ji wan re ragihandine ku êrîşkar li Belçîkayê bi cih bûye.
Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre îstîxbarata Spanyayê, Wezareta Karên Hundir a Spanyayê jî daxuyaniyeke berevajî vê kiriye. Berdevkê Wezaretê diyar kir ku wan agahiya 'êrîşkar xwestiye bar bike Fransayê' dane lê belê li ser çûyîna Sûriyeyê û vegera li Fransayê ti îstîxbarat parve nekirine. Berdevk da xuyakirin ku agahiyek di vî warî de hingî li ber destê wan tinebû.