Çeteyan vê carê Kurdekî astengdar revandin

Çeteyan vê carê Kurdekî astengdar revandin

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) welatiyê Kurd Mistefa Reşîd ê astengdar revandin.

Malbata welatiyê Kurd Mistefa Reşîd (48) ê ker û lal e diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê 15 roj berê kurê wan Mistefa li herêma Ezaz li ser benda kontrolê ya li ser rêya Heleb-Efrîne revandin. Malbatê da zanîn ku ji wê rojê ve Mistefa Reşîd ku bavê zarokekî ye winda ye û agahî jê hatine birîn.

Li aliyê din çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên derdora bajarê Ezaz  welatiyên Kurd ên sivîl direvînin.