Çeteyan li Maltepeyê êrîşî Kurdan kirin: 4 birîndar

Çeteyan li Maltepeyê êrîşî Kurdan kirin: 4 birîndar

Li navçeya Stenbol Malpeteyê, komeke çete êrîşî malbateke endamên BDP'ê ya Gulsûyû kir û d encama êrîşa çekdarî de 4 kes birîndar bûn.

Li taxa Gulsûyû ya navçeya Malpeteyê, danê êvarê komeke çete ya tê gotin bazirganiya narkotîkê dikir û bi zorê pere kom dikirin, êrîşî malbateke endamê BDP'ê kir. Di encama êrîşa çekdarî de welatiyên bi navê Orhan Înalkoç, Bayram Înalkoç, Taner Înalkoç û Bakî Înalkoç birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kartalê. Hat ragihandin 3 ji birîndaran, ji lingê xwe birîndar bûne û rewşa Bayram Înalkoç jî li gorî yên din girantire. 

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Maltepeyê Şahîn Ozyildirim der heqê bûyerê de agahî da û diyar kir ku birîndar hemû endamên partiya wan e.