Çeteyan li derdora Helebê 900 Kurd revandin
Çeteyan li derdora Helebê 900 Kurd revandin
Çeteyan li derdora Helebê 900 Kurd revandin
900 Welatiyên Kurd ên li bajarên Bab û Ezazê dijiyan, bi hinceta ku endamên YPG'ê ne ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê ev heftyeke digirin ser malên welatiyên Kurd ên sivîl ku li bajarên Bab û Ezazê yên li derdora Helebê û bi hinceta ku endamên YPG'ê ne wan direvînin.
Hat ragihandin ku çeteyan heta niha zêdetirî 900 welatilyên sivîl ên Kurd ji van bajaran revandine.
Gund û bajarokên ku welatiyên Kurd ên sivîl jê hatine revandin ev in: Qebasîn, Til Cerca, Qar Kelbên, Til Betal, Şawa, Naman, Şedûd, Ibllê, Nêrebiyê, Qubet El-Şêx, Sosimbat, Sosiyal, Hezwan, Berşayê, Erboran, Kindiriyê, Dudyan, El-Raiî, Til Şeîr, Qerakoz, Kedrîş, Ceke, Senira, Qermeze û Hewar.
Çavkaniya diyar kirin ku heta niha jî revandina wleatiyên Kurd ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve didome.
Hê jî çarenûsa 900 welatiyên ku hatine revandin ne diyar e.