Çete li gundê Helincê asê man
Çete li gundê Helincê asê man
Çete li gundê Helincê asê man
Li eniya rojhilat a Kobanê, hêzên YPG'ê bi berxwedaneke mezin çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê li gundê Helincê asê kirin. Hat ragihandin ku di şerê li vir de windahiyeke giran a çeteyan heye û gelek ji cenazeyên çeteyan hînê li naverastê ne.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, şer û pevçûnên ku bi rojane li gundê Helincê yê li rojhilatê Kobanê didome, îro dijwar bû.
Hat ragihandin ku şervanên YPG’ê li vê derê derbeyên gelekî mezin li çeteyan xistine, gelek ji çeteyan hatine kuştin û cenazeyên wan hînê li erdê ne.
Li gorî agahiyan, çete gelekî tengav bûne û ji bo ku kuştiyên xwe ji qada şer bibin, êrîş dikin.