Çete ji 5 kolanên din hatin derxistin

Çete ji 5 kolanên din hatin derxistin

Hêzên YPG/YPJ'ê di roja 57. a berxwedana li Kobanê de, çeteyên DAIŞ'ê ji hin deverên din ên Kobanê derxistin û li derveyî bajêr jî çalakiyên bi bandor lidar xistin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çete ji 5 kolanên din hatine derxistin û li gel windahiyeke giran a çeteyan, gelek çek jî hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê, di roja 57. de dewam dikin û li berxwedaneke xurt a hêzên YPG/YPJ'ê rast tên. Navendê diyar kir ku çete gav bi gav ji nav bajêr tên derxistin û ev agahî li ser pevçûnên 24 saetên dawî de da:

"Li eniya rojhilatê duh bi roj û tevahiya şevê şerê dijwar dewam kir û şervanên me derbên giran li çeteyan dan. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê eniyê herî kêm 6 çete hatine kuştin.

LI ENIYA BAŞÛR 5 KOLAN JI ÇETEYAN HATIN PAQIJIRIN, GELEK ÇEK HATIN DESTESERKIRIN

Li eniya başûr jî hêzên me bi pêş ve çûn û gelek nuqteyên dagirkirî ji çeteyan paqijkirin. Hêzên me li vê eniyê bi 5 kolanan bi pêş ve çûn û derbên giran li çeteyan xistin. Li vê herêmê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê herêmê 3 B7 roket, keleşnîkofek, 1700 guleyên BKC, 1400 gulleyên keleşnîkofê, 10 bombeyên destan, 2 dûrbîn û gelek alavên leşkerî û cebilxane desteserkirin.

LI GUNDÊN MINAZÊ Û DUGMETAŞÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên me li gundê Minazê yê li Rojavayê Kobanê jî li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de motorsîkletek hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Hêzên me li gundê Dugmetaş ku nêzikî çemê Firatê ye li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn, motorsîkletek hat rûxandin û çeteyek hat kuştin.