Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Çete di weşana zindî de ji sînor derbas bûn!

Çete di weşana zindî de ji sînor derbas bûn!

Desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê dikin, di weşana zindî de hat dîtin.

Dema IMC TV li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê weşana zindî dikir, komek ji çeteyên DAIŞ'ê di ser xeta trenê ku di heman demê de sînor e derbasî Rojava bû û berê xwe da Girê Zorava.

Çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavê leşkerên Tirk ji sînor derbas bûn.

Şervanên YPG/YPJ bi van 6 çeteyên ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûn hesiyan û pêşî li êrîşê girtin.