Cerdevan bi soza kadroyên nû, hatin xapandin
Cerdevan bi soza kadroyên nû, hatin xapandin
Cerdevan bi soza kadroyên nû, hatin xapandin
Li gundê Sinê yê navçeya Amed Licê, sîxurê berê û cerdevan Omer Tamaç bi soza ku ewê wan tevlî kadroya cerdevaniyê bike û kar ji wan re bibîne, ji gundiyan 65 hezar lîre kom kir û wenda bû.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Waliyê berî niha Mûstafa Toprak berî biçe Îzmîrê, bi fermana Wezareta Karên hundur li gelek navçeyan kadroyên cerdevanan vekir. Di vê çarçoveyê de diyar kir, ku ewê ji navçeya Licê re kadroya 22 cerdevanan were dayîn. Yek ji du gundên cerdevan ê Licê Sinê jî, bang li gundiyan hat kirin ku ji vê sûdê werbigirin.
Li ser vê yekê, cerdevanê berê û sîxur Omer Tamaç ji gundiyan re got "Ezê we bigirim kar" û bi vê armancê pere kom kir. Lê piştre bi 65 hezar lîreyê ji gundiyan kom kir, reviya û wenda bû. Gundiyan diyar kirin ku ewê giliyê wî bikin.