Cephet Nesra welatiyek bi êşkenceyê kuşt

Cephet Nesra welatiyek bi êşkenceyê kuşt

Emin El Muslimîn (Ewlekariya Misilmanan) ya girêdayî Cebhet El-Nesra welatiyê binavê Brahîm Ebdila ji gundê Til El-Hedara yê Serêkaniyê bi êşkenceyê kuşt.

Kiryarên Cephet El-Nesra (Dewlet El- Îslam) her roj yek lê zêde dibe. Çekdarên Cebhet El-Nesra êrîşî gundê Til El-Hedara yê Serêkniyê kirin û gelek şêniyên gund girtin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, şêniyên gundê Til El-Hedara nexwestibûn Embarên genim û dibistana gundî radestî çekdarên Cebhet El.Nesra bikin, rastî êrîşa çekdarên Cephet Nesra hatin. Heman çavkaniyan aşkera kir ku, gundî ji aliyê Emin El.Muslimîn ya girêdayî Cebhet El Nesra ve hatine êşkencekirin û  di encamê de welatiyê bi navê Brahîm Ebdila yê 45 salî  jiyana xwe ji dest daye.