Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Şukrî û Ehmed li Pirsûs spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Şukrî û Ehmed li Pirsûs spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê Mihemed Şukrî û Rojîn Ehmed ku di şerê DAIŞ'ê yê li Rojava de jiyana xwe ji dest dan li Pirsûsê hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ ku di şerê DAIŞ'ê yê li Kobanê de bi topên hewanê jiyana xwe ji dest dan li Pirsûsê spartin axê. Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemet Şukrî ku ji gundê Şêranê bû û şervana YPJ'ê Rojîn Ehmet ku ji gundê Goktepe bû, bi tevlîbûna sedan kesan hatin definkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê piştî bi giranî birîndar bûn, duh di sînorê Murşitpinarê yê di navbera Kobanî û Pirsûsê re derbasî Pirsûsê kirin. Birîndar, piştî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji wir jî sewqî Rihayê kirin. Şervanên ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan Şukrî û Ehmed, piştî rapora otopsiyê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li vir parlamenterên HDP Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Binici, Gulser Yildirim û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk jî di nav de bi sedan kesan bi dirûşmayên "Şehîd namirin", "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" cenaze birin goristana navçeyê.

Cenaze pişti wecibeyên olî definkirin. Piştî rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, anî ziman ku şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên hêza xwe ji hikûmeta AKP'ê digirin têdikoşin. Divê kesên dibêjin 'em mirov in' li hemberî DAIŞ'ê dakevin kolanan û li diji çeteyan şer bikin. Yildirim xwest her kes baş zanibe ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo rûmet û şerefa xwe têbikoşin.