Cenazeyên şervanên YPG’ê şandin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyên şervanên YPG’ê şandin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyên şervanên YPG’ê şandin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyê şervanê YPG’ê Orhan Sabuncu (Rustem Cûdî) ê berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û Salîh Fahrî û Ahmet Mustafa yên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan, birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Salîh Fahrî û Ahmet Mustafayê ku li Kobanê birîndar bûn û li Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmket Akîf Înan a Rihayê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha cenazeyê Orhan Sabuncu (23) ku li Kobanê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da îro ji aliyê MEYA-DER’ê ve ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê hat girtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Sabuncu ji Pirsûsê û yên Fahrî û Mustafa jî ji nexweşxaneyê hatin girtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.
Piştî kar û barên otopsiyê wê cenazeyê Sabuncu bibin gundê Haydaroglu yê navçeya Eleşkît a Agiriyê, yê Mustafa û Fahrî jî bibin Pirsûsê.