Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Cenazeyên HPG û YPG'yiyan ji warên wan re hatin şandin

Cenazeyên HPG û YPG'yiyan ji warên wan re hatin şandin

Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê û gerîlayekî HPG'ê yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Amedê, ji bo werin veşartin ji warên wan re hatin şandin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Muslum Kaçîm (mervan Gezgor) ê li navçeya Daquq a Kerkûkê di operasyona hevpar a HPG û hêzên pêşmergeyan a 29-30'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, li dû otopsiya li Morga Nexweşxaneya dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê, ji bo bê veşartin ji navçeya Riha Pirsûsê re hat şandin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mestan Tîkrak (Botan Masîro) û Taha Yasîn Hatîp (Kendal Kanîreş) ên di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku duh ji sînor hatin wergirtin, li dû otopsiya li navçeya Riha Pirsûsê ji bo bê veşartin duh bi şev anîn Morga Goristana Yenîkoy a Amedê. Li dû kar û barên li vir cenazeyê Mestan Tîkrak (Botan Masîro) ji bo bê veşartin ji gundê Xîlîka yê Êlihê û cenazeyê Taha Yasîn Hatîp (Kendal Kanîreş) ji gundê Kargapazar ê navçeya Çewlik Kanîreşê re hat oxirkirin.