Cenazeyên gerîlayên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Elî û Xadenan ên li goristana bêkesan a Meletî hatin definkirin ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hozan Alî (Sîdar Rêbaz) û Azîz Xadenan ên ku di 7'ê çileya 2013'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya gerîlayan de ya li hemberî Qereqola Karataş, Tugaya Çelê û Baregeha Leşkerî ya Gire de jiyan axwe ji dest dan hate aşkerakirin.
Malbatên gerîlayên HPG'ê Elî û Xadenan ên li goristana bêkesan a Meletî hatin definkirin bi rêveberên MEYA-DER serê sibê hatin Meletî. Malbat çûn goristana bêkesan a Meletiyê. Piştî gor hatin vekirin malbatan cenaze wergirtin. Cenazeyê gerîlayên HPG'ê Elî dê ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê bibin Rojava û Cenazeyê HPG'ê Xadenan jî dê ji Deriyê Sînor ê Xaburê bibin Herêma Federal a Kurdistanê û ji bin Ranyayê.