Cenazeyên gerîlayên HPG'ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hozan Alî û Azîz Xadenan li navçeya Erxaniyê ya Amedê ji aliyê sedan kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hozan Alî (Sîdar Rêbaz) û Azîz Xadenan ên ku di 7'ê çileya 2013'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya HPG'ê ya li hemberî Qereqola Karataş, Tugaya Çelê û Baregeha Leşkerî ya Gire de jiyan axwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.
Piştî cenaze ji goristana bêkesan hatin wergirtin û bi rê xistin li navçeya Erxaniyê ya Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Alîkarên Şaredarê Erxaniyê, rêveberên BDP'ê û MEYA-DER'ê û bi sedan kes tevlî pêşwazîbûnê bûn û sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehît xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Alî û Xadena bi çepik û sloganan ber bi Amedê ve bi rêxistin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Alî dê ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê bibin Rojava û Cenazeyê HPG'ê Xadenan jî dê ji Deriyê Sînor ê Xaburê bibin navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê.