Cenazeyên gêrîla Tadîk û Oktayi bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên gêrîla Tadîk û Oktayi bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Mahmut Tadîk (Serhat Botan) û Sadik Oktayi (Rizgar) li Erxaniyê bi slogana "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Mahmut Tadîk (Serhat Botan) û Sadik Oktayi (Rizgar) yên li Çiyayê Çiravê ji aliyê welatiyan ve hatin dîtin û ji aliyê malbatan ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirtin li Erxaniyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên gêrîlayan ji aliyê rêveberên BDP'ê, alîkarên şaredaran, MEYADER û gelek welatiyan ve bi sloganên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hatin pêşwazîkirin.

Pişt re cenaze bi slogan û tîlîliyan ber bi Amedê ve derketin rê.