Cenazeyên gêrîla Oktayi û Tadîk hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Oktayi û Tadîk hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Mahmut Tadik (Serhat Botan) û Sadik Oktayi (Rizgar) ên li Çiyayê Çirav ji aliyê welatiyan ve hatin dîtin ji aliyê malbatan ve ji Saziya Tipa Edlî hatin wergirtin û der xistin rê.

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Mahmut Tadik (Serhat Botan) û Sadik Oktayi (Rizgar) ên ku duh ji aliyê welatiyan ve li Çiyayê Çirav hatin dîtin û piştî ji aliyê malbatan ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatin teşhîskirin ji bo testa DNA'yê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piştî testên DNA'yê malbatan cenaze wergirtin û ber bi warê wan ve derxistin rê. Cenazeyê gêrîla Sadik Oktayi (Rizgar) dê li Dihê bê definkirin. Cenazeyê gêrîlaê Mahmut Tadik (Serhat Botan) jî dê li Cizîrê bê definkirin.