Cenazeyên 56 Enfalkiriyan anîn Silêmaniyê
Cenazeyên 56 Enfalkiriyan anîn Silêmaniyê
Cenazeyên 56 Enfalkiriyan anîn Silêmaniyê
Cenazayê 56 Enfalkiriyên herêma Germiyan ya Başûrê Kurdistanê anîn Silêmaniyê û piştî testê, wê werin veşartin.
Duh cenazeyên 56 Enfalkiriyên Kurd ji Nugre Selman anîn bajarê Silêmaniyê û piştî testê, wê ji bo Germiyan werin veguhestin û li wir werin veşartin. Testa cenazeyan wê li nexweşxaneya Şoreş a Silêmaniyê were kirin.
Li gor malpera televizyona Gelî Kurdistan, piştî testê wê bi merasimekê werin veşartin. Cenazeyê wan Enfalkiriyan jî ji hestî û perasiyê jin, zilam û zarokan pêk tê. Tê gotin cilûbergê piraniya wan wekî yên navçeya Germiyan in.
Rejima Baas Iraqê ya Sedam Huseyîn li Başûrê Kurdistanê di sala 1988’an de li dijî gelê Kurd rêze komkujî ango Enfal da destpêkirin. Di van rêze komkujiyan de bi sedhezaran Kurd hatin qetilkirin û winda kirin. Hêjan jî ji gelek Kurdan agahî tuneye û aqûbeta wan nayê zanîn.