Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egîd Rojava) ku di 27'ê Gulanê de li Basûtê jiyana xwe ji dest dabûn û ketibûn destê komên çekdar, duh hatin wergirtin û îro ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.

Welatî seet di 16.00᾿an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan ku cenaze lê hatibûn bi cih kirin, hatin cem hev. Ji vir girseyê cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêrisa a Efrînê oxir kirin.  Girseya qelebalix bê navber siloganên “Şehîd namirin” û “Bijî Berxwedana YPG’ê” qîrkirin, her wiha posterên 3 şervanên YPG᾿ê hilgirtin. Li goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêris merasîm were lidar xistin û piştre cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê bispêrin axê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egîd Rojava) ku di 27'ê Gulanê de li Basûtê jiyana xwe ji dest dabûn û ketibûn destê komên çekdar, duh hatin wergirtin û di nexweşxaneya Avrîn a Efrînê de hatbûn bicih kirin beriya merasim destpê bike cenaze anîn navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê.