Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê ku di pevçûnên li gundê Mereskê ya Şera ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran kesî ve hatin defin kirin.
Bi beşdariya hezaran kesî, cenazeyên şervanên YPG᾿ê Ferîd Ebdela, Mezlûm Hesen û Ciwan Ehmed ku di pevçûnên dawî di navber şervanên YPG û komên çekdar de li gundê Şera ya Efrînê jiyana xwe jidest dan, ji ber navenda Saziya Malbatên Şehîda a Efrîn hatin oxirkirin. Welatiyan bê navber siloganên dilsoziya bi şervanên YPG᾿ê yên ku jiyana xwe jidest dane berzdikirin. Her wiha jinan bê navber tilîlî davêtin. Kerwan cenazeyên şervanên YPG᾿ê li piranî taxên bajarê Efrînê gerandin. Di heman demê de sûka Efrîn bi temamî hatibû girtin û welatî li kêleka rê pêşwaziya kerwan dikirin.
Kerwan ber bi navçeya Cinêrisa Efrîn ket. Li riya ketina Cindêris bi hezaran kes ji bo pêşwaziya cenazeyên hatin cem hev. Ji vir jî kerwnê ku her diherikî mezin dibû ber bi goristana Şehîd Seydo a li gundê Kefer Sefra bi rê ket. Li vir merasîm hate lidar xistin.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanê YPG᾿ê Ebdo Çîlo li ser berxwedana hevalên xwe yên ku jiyan xwe ji dest dan axivî. Çîlo, destnîşan kir ku şervanên YPG᾿ê li Heleb, Serêkaniyê, Til Temir û Efrîn ê berxwedanek bê hempa nîşan didin û ew ê heta dawî li ser soza şehîdan bimeşin û şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên wê biparêz in. Çîlo, di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew tu carî ji mirinê natirsin û hemû şervanên YPG᾿ê amade ne ku ji bo aramî azadiya gel canê xwe fer da bikin.
Endamê PYD᾿ê Esed Mendan jî di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîstiya gelê herêmê bi xwe dî derketina li nirxên ᾿̓şehîdan᾿̓ he ye û got:᾿̓ Pêwîste gelê kurd di bin sîwana Desteya Bilind de xwe birêxistin bike û deskeftiyên xwe yên siyasî ên heta niha bidestxistine biparêz in.᾿̓
Di merasîmê de endamê ENKS᾿ê li Efrînê Hisnî Termûşî axivî û wiha got: ᾿̓ Em bi her 3 şehîdnên xwe ser bilindin, em şehedaeta van hevalan li gelê kurd û rêveberên wan pîroz dikin. Îro Rojavayê Krudistanê û bi taybet herêma Efrîn rastî êrîşîn dijwar tên. YPG᾿ê bê navber bersiva van êrîşan didin. Çi êrîş li dijî şervanên YPG᾿ê li dijî hemû gelên rojavayê Kurdistanê ye. Em bang li hemû hêzên siyasî dikin da ku di heman çeberan dexwe bikin yek.᾿̓
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmd Silêma axivî û da zanîn ku hêza gelê kurd bi yekîtiya wan heye û got: ᾿̓ Pêwîste hemû gelê kurd di bin sîwana Desteya Bilind û komîteya wê ya pispor de bibe yek.᾿̓
Di merasîmê de 2 ciwan bi hêrs derketin ser dika merasîmê û tevlîbûna xwe nava refên YPG᾿ê îlan kirin. Her dû ciwanên ku soz dan da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser soza xwe bin.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanên YPG᾿ê Ferîd Ebdela, Mezlûm Hesen û Ciwan Ehmed sipartin axê.