Cenazeyekî ku tê gotin aydê HPG’ê ye hate dîtin

Cenazeyekî ku tê gotin aydê HPG’ê ye hate dîtin

Li bejahiya gundê Rindkê yê Colemêrgê cenazeyekî ku tê gotin aydî gêrîlayek jin a HPG'ê ye hat dîtin.

Li ser îxbara ku li Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê hat kirin, Şaxa ÎHD'ê ya Colemergê û rêveberên MEYA-DER'ê piştî serî li Dozgerê Komarê yê Colemêrgê dan, çûn herêmê.

Heyeta ÎHD'ê û MEYADER'ê pişti çûn bejahiya Gundê Rindikê, rastî cenazeyeke jin ya aydê gêrîlayên HPG'ê ye hatin. Endamên heyeta ÎHD û MEYA-DER'ê piştî cenaze wergirtin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Piştî Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, endamê Meclisa BDP'ê M. Sıddik Akiş û rêveberên BDP'e hatin nexweşxaneyê agahi girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut diyar kir ku, piştî li vir lekolîn bê kirin û şûnde dê cenaze bişînin Saziya Tipa Edlî a Meletiyê û piştî rapora otopsiyê dê teslîmî malbatê bêkirin.

Akbulut anî ziman ku, “Me li ser agahiya ku ji ÎHD'ê re hat, li herêmê lêkolîn kir û me cenaze dît. Cenaze kengi hatiye definkirin ne diyare.Li bendê ye ku sibê cenaze bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê."