Cenazeyê Yildirim ji aliyê hezaran kesî hate veşartin
Cenazeyê Yildirim ji aliyê hezaran kesî hate veşartin
Cenazeyê Yildirim ji aliyê hezaran kesî hate veşartin
Cenazeyê Medenî Yildirim (18) duh leşkeran qetil kir, ji aliyê hezaran kesî ve hate veşartin. Di merasima cenazeyê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak axivî û da zanîn ku, daxuyaniyên qeymeqamê Lîcê bi armanca serê bûyerê bê nixumandin hatiye kirin û wiha got:" Heke hikumeta AKP'ê ne provokator e, divê provokatoran radestî darazê bike."
Cenazeyê Medenî Yildirim (18) ku di encama êrîşa leşkeran a li hemberî gelên ku xwestin avakirina qereqolan li Lîcê şermezar bikin, bi gulebarana leşkeran hate qetilkirin, piştî bi meşekî girseyî li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Di meşê de bi dehan alên PKK û KCK hatin hildan û posterên Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Yildirim hate vekirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Îdrîs Balûken, Emîne Ayna jî di meşê de cihên xwe girtin.
Di meşa ku li pêşiyê posterê Yildirim hate hilgirtin de malbat wêneyê Yildirim hembêz kirin û giriyan. Di meşê de dirûşmên wekî "Erdogan şaş neke, riya çiyan veneke", "Lîcê serhildan e, ji PKK'ê re silav ", "Biji serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Dewleta kujer dê hesabê bide" hatin qîr kirin û sirûdên şoreşgerî hatin xwendin.
Girseya ku gihaşt goristanê darbesta Yildirim ku bi ala PKK'ê hatibû xemilandin hilgirtin ser milan û heta cihê were veşartin meşiyan. Di dema veşartina cenazeyan de girse hestiyar bû û kulîlk avêtin ser gorê. Piştî veşartina cenazeyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê BDP'ê ya Amedê Mehmet Emîn Yilmaz axivî. Yilmaz da zanîn ku, leşker li hemberî daxwazên gel ên demokratîk bi çekan bersiv daye û bang li hemû gelê Amedê kir ku beşdarî meşa di seat 17.00'an a li Dortyola Baglarê dê destpê bike, bibin.
Piştî Yilmaz birayê Yildirim Fesîh Yildirim xwest biaxive, lê ji ber hestiyariyê di axaftinê de zehmetî kişand. Yildirim da zanîn ku, apê wî Adnan Yildirim jî di 3'ê Hezîranê 1994'an de bi awayekî kuştina kiryar ne diyar jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku de demekî ku amadekiraya bibîranîna apê xwe dikirin bi agahiya kuştina birayê xwe birînek pir mezin di dilê wan de hatiye vekirin.
Hevseroka BDP'e Gulten Kişanak diyar kir ku, ji bo mirin rawestin Ocalan pêvajoyek daye destpêkirin û wiha axivî: "Ev 6 mehe pevçûn nayên jiyandin. Gerîllayan meşa azadiyê da destpêkirin. Gelê Kurd bi baweriyek xurt xwedî li pêvajoyê derket. Em dixwazin di nava aştiyê de bijin. Ji bo vê dixebitin. Lê me hej tu gavên AKP'ê yên ji bo pêvajoyê nedîtiye. AKP bi panzer û polîsan bersivê dide daxwazên gel ên demokratîk. Gelê me got, 'Em dixwazin di nava baxçeyê xwe de azad bijîn, tu çima qereqolan çêdikî'. Ji bo vê jî meşek lidarxist. Lê di vê demê de jî bû armanca guleyan. Em vê qebûl nakin. Niha hewl didin vê bûyerê bidin ji bîr kirin."
Kişanak di berdewamê de fermandarê qereqolê yê ferman daye û qeymeqamê ku hewl dide bûyerê nepen bike wekî provakator pênase kir û wiha axivî: "Eger AKP li provakatora digere , bila van provakatoran radestî darazê bike. Gelê Kurd dê heta kengî sebir bike. Bila serokwezîr aşkera bike. Ka vê pêvajoyê dê bidomîne an na. Em tu demê koletiyê qebûl nakin."
Piştî axaftinan girse derbasî mala Sersaxiyê ya Male Temira bû û ji malbatê re sersaxî xwest.