Cenazeyê Seydo li Rojavayê Kurdistanê ye
Cenazeyê Seydo li Rojavayê Kurdistanê ye
Cenazeyê Seydo li Rojavayê Kurdistanê ye
Cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehemed Seydo ku 3 roj beriya niha ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest dabû, anîn bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.
Cenazeyê Mehemed Seydo ku di 19’ê Nîsanê de li paytexta Belçîka Brukselê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest dabû, şevêdin anîn warê wî gundê Omera yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.
Cenazeyê Seydo wê îro bi beşdariya Saziya Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyan û şêniyên gund li Goristana Şehîd Seydo ya li Çiyayê Kazikli yê li Cindirêsê bê definkirin. Cenaze wê pêşiyê bînin bajarê Efrînê û ji vir jî bi karwanekî bibin goristanê.