Cenazeyê Seydo ji aliyê hezaran ve hate definkirin
Cenazeyê Seydo ji aliyê hezaran ve hate definkirin
Cenazeyê Seydo ji aliyê hezaran ve hate definkirin
Cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehemed Seydo (Reşo) ku ji ber nexweşiya dil li peytexta Belçîka Brûkselê jiyana xwe ji dest dabû û duh anîbûn Efrînê, ji aliyê hezaran kesan ve bi slogan “Şehîd namirin” hate definkirin.
Cenazeyê Seydo ku duh biribûn gundê wî Omera yê girêdayî Navçeya Şera ya Efrînê, îro di saetên nîvro de ji aliyê sedan kesên ku çûbûn gund ve anîn Efrînê. Cenaze li vir ji aliyê hezaran kesan ve bi siloganên "Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gelê kurd” hate pêşwazîkirin. Cenaze ji vir jî bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat birin navçeya Cindirêsê. Karwanê cenaze li Cindirêsê jî ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganan hate pêşwazîkirin. Karwanê cenaze piştre di nava kolanên navçeyê re derbas bû û gihîşt Goristana Şehîd Seydo ya li Çiyayê Qazikli.
Piştî cenaze anîn goristanê ji aliyê YPG’ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Derîk axivî û got, “Em di kesayeta Seydo de hemû şehîdan bibîr tinin û dibêjin ku emê li ser rêya wan bimeşin.”
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Suriyê Hecî Reşo Lîko jî di merasîmê de axivî û ev tişt anîn ziman: “Mehemed Şêxo ne şehîdê partiyekê ye, şehîdê gelê kurd e.”
Li ser navê Meclîsa Gel a Cindirêsê Fevzî Seydo û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Şera Mehemed Ebdîn jî di merasîmê de axivîn û soza bilindkirina têkoşînê dan.
Piştî axaftinan cenazeyê Seydo li goristanê hate definkirin.
Mehemed Seydo yê bi nasnav Reşo 1968’an de li gundê Omera yê girêdayî Navçeya Şera ji dayîk bû û di sala 1991’an de tevlî refên PKK’ê bibû. Seydo ku bi nexweşiya dil ketibû ev salek û nîv bû li paytexta Belçîka Brûkselê dihat dermankirin. Seydo di 18’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.