Cenazeyê şervanê YPG’ê û gêrîlayê HPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê û gêrîlayê HPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin

Cenazeyên Şervanê YPG’ê Cudî Til Temir ( Mihemed Yûnis ) û Gêriliyê HPG’ê Sîdar Rêbaz ( Hozan Elî ) ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hatin definkirin.

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Yûnis bi nasnav Cûdî Til Temir ê ku duh di pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çekdar de jiyana xwe jidest dabû, bi karwanekî wesayîtan ku ji gelê Qamişlo û Amûdê pêk dihat ji Amûdê hatibû oxirkirin, ji aliyê hezaran kes ji Dirbêsiyê, Til Temir û gundên derdorê di demjimêr 10.00’an de li ser rêya ketina bajarê Dirbêsiyê ji aliyê Qamişlo hate pêşwazîkirina.

CENAZE JI ALIYÊ HEZARAN VE LISER MILAN HATIN GERANDIN

Welatiyan bi al û sembolên kurdî û sloganên ‘’Şehîd namirin’’ cenaze pêşwazî kirin. Girseya qelebalix cenazeyê şervanê YPG’ê Cûdî Til Temir li ser milan kir û bi sloganan li nava bajêr gerandin. Her wiha cenazeyê gêrilayê HPG’ê Hozan Elî ku duh êvarê gihiştibû Dirbêsiyê jî li navenda tenduristiyê hate wergirtin û her du cenaze ji aliyê girseya qelebalix ve li kolanên bajêr hatin gerandin.

Dema girse gihişte meydana şehîdan a li ser rêya Serêkaniyê merasîm hate lidarxistin. Mersîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û silava leşkerî ji aliyê şervanê YPG’ê ve hate lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb axivî. Li ser navê malbata gêrilayê HPG’ê Hozan Elî jî axaftin hate kirin. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan li Til Temir û mamê şervanê YPG’ê Cûdî Til Temir, Mihemed Tahir Yûnis jî axivîn. Hemû axaftin li ser berxwedana YPG’ê û pêwîstiya piştgiriyê hatin kirin.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Şawîş jî di merasîmê de axivî û soz da ku ew dê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin û da zanîn ku bi xwîna şehîdan wê hemû planên li dijî gelê azadîxwaz vala derkevin.

Di merasîmê de peyama Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê jî hate xwendin û di peyamê de banga yekîtiya kurdan hate kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate kirin.

Piştî merasîm bi dawî bû, cenazeyên şervanê YPG’ê Mihemed Yûnis û gêriliyê HPG’ê Hozan Elî ji aliyê hezaran kesî ve bi karwanekî wesayîtan ber bi goristan Şehîd Rûstem Cûdî ya li Gundê Berkevirê hatin birêkirin û li vir ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.

Gêrilayê HPG’ê Hozan Elî bi nasnav Sîdar Rêbaz di 7'ê Çileya 2013'an de di pevçûnên di navbera Artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê ya li herêma Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû.

Şervanê YPG’ê Mihemed Yûnis bi nasnav Cûdî Til temir duh li Til Temir di pevçûnên navbera komên çete û YPG’ê de jiyan xwe jidest dabû.