Cenazeyê şervanê YPG'ê Topçu ber bi bajarê wî ve hat rêkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Topçu ber bi bajarê wî ve hat rêkirin

Şervanê YPG'ê Sedat Topçu (Seyîtxan Mûş) ê ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li  Kobanê jiyana xwe ji dest da ber bi navçeya Kopê ya Mûşê ve hat rêkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Sedat Topçu (Seyîtxan Mûş) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest ji aliyê MEYADER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve hat wergirtin. Piştre cenazeyê Topçu ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Topçu hat wergirtin û bi tilîlî û dirûşmeyan ber bi navçeya Kopê ya Mûşê ve hat birêkirin.