Cenazeyê şervanê YPG’ê Sertkaya anîn Tirkiyeyê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Sertkaya anîn Tirkiyeyê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Zafer Sertkaya yê ku li Qamişloyê di pevçûna koma tê îdîakirin girêdayî Artêşa Azad de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn Tirkiyeyê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Zafer Sertkaya yê ku di 4'ê Nîsanê li Qamişlo di pevçûna di navbera YPG'ê û koma çeteya Artêşa Sûriyeya Azad de jiyana xwe ji dest da, li ser hewildanên malbatê ji Deriyê Sînor ê Xebûrê anîn Tirkiyeyê. Rêveberên BDP û MEYA-DER'ê cenaze pêşwazî kirin. Cenazeyê Sertkaya di ketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hate destserkirin û birin morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Pişt re cenazeyê Sertkaya ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Hate ragihandin ku, cenazeyê Sertkaya dê li navçeya Yazihan a Meletiyê bê definkirin.