Cenazeyê şervanê YPG’ê Mistefa ji aliyê hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mistefa ji aliyê hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mistefa Ebdo ku, beriya du hefteyan di pevçûnên li Şêxmeqsûd de birîndar bibû, duh li Nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe jidest da. Cenazeyê şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Seydo hate definkirin.

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mistefa Ebdo ku, beriya du hefteyan di pevçûnên li Şêxmeqsûd de birîndar bibû, duh li Nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe jidest da. Cenazeyê şervanê YPG’ê ji Nexweşxaneya Avrîn ji aliyê hezaran kes ve ji Efrînê ber bi Navçeya Cindêrisa Efrînê ve hate şandin û cenaze ji aliyê hezaran kes ji şêniyên Cindêrisê û şervanên YPG’ê ve li ber depoya avê ya li ser riya otostrada  Efrîn û Cindirêsê hate girtin û şervanên YPG’ê cenaze li ser milê xwe nava bajêr geradin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê li ser milan bi sloganên “şehîd namirin”, “bijî berxwedana YPG’ê li Taxa Şêxmeqsûd” ber bi goristana Şehîd Seydo ya Çiyayê Şehîdan ê Gundê Kefer Sefrê yê girêdayî Navçeya Cindirês ê hate bêrêkirin.

‘EM DÊ DOZA ŞEHÎDÊ XWE BERNEDIN Û GELÊ XWE BIPARÊZIN’

Piştî ku cenaze gihîşt goristanê YPG’ê merasîmek leşgerî lidar xist. Piştre fermandara YPG’ê Roksan Efrîn axivî û got: “Di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de erka me parastina gel û herêmên Kurdî ye, her wiha parastina hemû pêkhateyên herêmê jî erka me ye û em bi xwîna şehîdan gihîştine vê rojê û em soz didin ku doza şehîdên xwe bernadin û em dê gelê xwe biparêzin.”

Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Em bi xwîna şehîdan gihîştine vê rojê û gelê Kurd gelek şehîd ji bo azadiyê dane, Şehîd Mistefa jî ne şehîdê yekemîne û ne yê dawiyê ye.”

Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Kamûran Hesen jî axivî û got, ji bo rêzgirtina şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em bejna xwe ditewînin.

Hesen Elî jî bi navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî û got: “Em bi xwîna şehîdên xwe ve girêdayî ne û em doza wan bernadin heta ku gelê me mafê xwe yê rewa distîne.”

Di dawiya merasimê de li ser navê malbata şervanê YPG’ê Mistefa Ebdo, Mihemed Ebdo jî axivî û got: “Şehîd Mistefa soza ku dabû gelê xwe bicih anî, şehîd Mistefa digot ez nahêlim kes dest bavêje taxên Kurdan û ez dê xwîna xwe di vê riyê de bidim.”