Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemd Hebîb spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemd Hebîb spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Hebîb ê bi nasnav Dilmaf ku 2 roj berê di pevçûnên li derdora gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Cenazeyê Mihemed Hebîb ku anîbûn navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê, îro ji aliyê hezaran kesî ve hate wergirtin. Di dema wergirtina cenaze de girseyê bênavber diruşmeyên ku dilsoziya bi YPG'ê re tînin ziman berz kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên TEV-DEM û YPG'ê vekirin.Girseyê piştre cenazeyê Hebîb, bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera ya Efrînê ve oxir kir.

Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Mihemed, Serokê Meclîsa Gel a Efrînê Etûf Ebdo axivîn. Her wiha li ser navê malbata şervanê YPG'ê Hebîb jî axaftin hate kirin.

Di axaftinan de soza şopandina rêya cangoriyên Kurdistanê hate dayîn û berxwedana YPG'ê hate silavkirin. Piştî axaftinan girseyê cenazeyê şervanê YPG'ê Hebîb bi tilîlî û diruşmeyan spart axê.