Cenazeyê şervanê YPG'ê Îmad Ehmê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Îmad Ehmê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Îmad Ebdulhemîd Ehmê yê bi nasnav Memo ku duh di dema YPG'ê "Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir ê" dikir jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Îmad Ebdulhemîd Ehmê yê bi nasnav Memo ji aliyê hezaran kesî ve ji navenda YPG'ê ya Şehîd Şiyar hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve hate oxirkirin. Li riya ketina gund girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG'ê vekiribûn û alên YPG/YPJ'ê û TEV-DEM'ê hilgirtibûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re bilind dikirin, cenazeyê şervanê YPG'ê Memo li ser Milan kirin. Li gel cenazeyê Memo girseyê cenazeyê şervanê YPG'ê Dilîl Ferhad ê bi nasnav Delîl Cûdî ku di 9'ê Nîsanê de di encama êrîşa alîgirên rêjîmê a li taxa Nasra ya Hesekê jiyana xwe jidest dabû û li Amûdê hatibû definkirin, li ser daxwaza Malbatê cenaze ji Amûdê anîn goristan Şehîd Dijwar hilgirtin. Girseya ku ji hezaran kesî pêk dihat herdû cenaze li ser milan kirin û bi diruşmeyên "Şehîd na mirin" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" heta goristanê meşiyan.

Li vir merasîm hate lidar xistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Asya Mele Elî, li ser navê malbata şehîd Memo, dayîka wî û pismamê wî Zûhêr Ehmê, li ser navê Malbata Şehîd Delîl Cûdî dayîka wî axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku memo şehîdê hemû gelê kurde û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn. Her wiha di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Gel Ebdulselam Ehmed axivî û da diyar kir gelê kurd ji bo azadiya xwe xwîn daye û ne mumkine bêyî kurdan pirsgirêkên Sûriyê çarserbibin.

Piştî axaftinan cenaze ji aliyê girseyê ve bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.