Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ebdo ber bi Cindêrisê ve hate oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ebdo ber bi Cindêrisê ve hate oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ebdo ber bi Cindêrisê ve hate oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mistefa Ebdo yê ku di pevçûnên Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bibû û duh li Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê jiyana xwe jidest dabû, îro ji aliyê hezaran kesî ve ber bi goristan Şehîd Seydo ya li Gundê Qazqlê ya Navçeya Cindêris a Efrînê hate oxirkirin.
Di seetên sibehê de bi hezaran kes li ber nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ku cenazeyê şervanê YPG’ê lêbû hatin cem hev. Cenazeyê şervanên YPG’ê Ebdo li ser milan bi girseyeke qelebalix li gel her sê zarokên wî di nava bajêr de hate gerandin. Girse heta benda kontrolê ya hêzên asayîşê li ser riya Cindêrisê meşiya. Li vir cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Seydo ve hate oxirkirin. Beriya definkirin cenazeyê şervanê YPG’ê Mistefa Ebdo wê merasîm were lidarxistin.
Girseyê sloganê ‘’Şehîd Namirin’’ û berxwedana YPG’ê ya li taxên Helebê silavdikin bê navber qîr dikirin.