Cenazeyê şervanê YPG'ê Alper ji Kobanê hat wergirtin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Alper ji Kobanê hat wergirtin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Alper ji Kobanê hat wergirtin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Reşît Alper (Rojhat Peyanîs) ê li Kobanê di şerê navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve ji Kobanê hat wergirtin û anîn Pirsûsê.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Reşît Alper (Rojhat Peyanîs) ê di êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û rêveberên MEYADER a Colemêrgê ve hat wergirtin.
Cenazeyê ku ji Kobanê anîn Pirsûsê, wê destpêkê bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û dûre jî ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Li dû otopsiyê jî, cenaze wê cihê lê ji dayik bûye li Colemêrgê bê veşartin.