Cenazeyê şervanê Kurd Rustem anîn Goristana Yenîkoyê
Cenazeyê şervanê Kurd Rustem anîn Goristana Yenîkoyê
Cenazeyê şervanê Kurd Rustem anîn Goristana Yenîkoyê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Orhan Sabuncu (Rustem Cûdî) ku di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji Rihayê anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Malbat wê cenaze piştre bibin Agiriyê.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Orhan Sabuncu (23) ku di encama şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliye MEYADER'ê ve ji deriyê sînor ê Mûrşitpinarê hate girtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Cenazeyê Sabuncu ji Pirsûsê ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edliyê ya Rihayê. Piştî otopsiyê rêveberên MEYADER'ê cenaze wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Malbat wê cenaze ji vir jî bibin Agiriyê û li gundê Haydarogluyê yê Eleşgirta Agiriyê ku lê bi dayik bûye defn bikin.
Cenazeyên Mustafa yê ji Kobanê ye û Fahrî jî bibin Pirsûsê.