Cenazeyê Şehnaz Hesen sibê dişînin Qamişlo
Cenazeyê Şehnaz Hesen sibê dişînin Qamişlo
Cenazeyê Şehnaz Hesen sibê dişînin Qamişlo
Gaziya Kurdistanê Şehnaz Hesen a li nexweşxaneyeke bajarê Elmanya Essenê jiyana xwe ji dest da, sibê dişînin Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo.
Şehnaz Hesen a di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî refên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû, di sala 1995'an de di şerekî de birîndar bû û li ser vê yekê ji bo bê dermankirin hat Elmanyayê. Hesen şeva Çarşemê bi Pêncşemê ve girê dida li nexweşxaneya Marienhospital ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Kurdistanî wê cenazeyê Şehnaz Hesen, sibê saet di 14.00'an de piştî nimêja cenaze ya li Mizgefta Kurd a li navnîşana "Am Freistein 50" ya Essenê, wê bişînin Amedê û ji wir jî bişînin Qamişloyê.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç bi daxuyaniyekê bang li hemû welatparêzên Kurd ên li bajarên derdorê dijîn kir ku tevlî merasîma sibê ya cenaze bibin. Koç got, "Şehnaz Hesen, perçeyê xwe yê herî giranbuha, di têkoşîna vî gelî de da. Wefata wê ya ji nişka ve, em xemgîn kiriye. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li Şehna Hesen, sibê beşdarî merasîma cenaze bibe."