Cenazeyê Nêrgiz Karahan hat wergirtin
Cenazeyê Nêrgiz Karahan hat wergirtin
Cenazeyê Nêrgiz Karahan hat wergirtin
Cenazeyê yek ji fermandarên YJA-STAR Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cîzre) ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî ji aliyê malbata wê ve hat wergirtin.
Gerîlayên HPG'ê dema Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê hatibûn qada mihrîcanê û cenazeyê gerîlayê Meclîsa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û gerîlaya HPG'ê Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cîzre) radestî gel kiribûn. Cenazeyên her du gerîlayan duh anîbûn Saziya Tipê ya Meletî. Malbata Karahan ku ji bo cenaze werbigirin vê sibê çûbûn Meletiyê piştî karûbarên otopsiyê cenaze wergirtin û ber bi Cizîrê ve ketin rê.
Hat ragihandin ku Malbata Endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) jî vê êvarê ber bi Meletiyê ve wê bikevin rê.