Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tadik hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tadik hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Tadik bi navê kod Serhat Botan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hat veşartin. Piştî merasîma cenaze, polêsên Tirk dest li ciwanan werdan.

Yek ji du gerîlayên HPG'ê Mahmût Tadik (Serhat Botan) ku di şerê li Çiyayê Çiravê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wan ji aliyê şêniyên herêmê ve hat dîtin, piştî kar û barên DNA'yê radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Tadik bi karwaneke ji sedan wesaîtî birin navçeya Şirnex Cizîrê. Karwana cenaze li ser bajarok, gund û mezrayên li ser rê, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Li ketina navçeya Cizîrê jî bi hezaran kes li benda cenaze bûn û ew birin Mizgeta Hecî Evdila ya li taxa Nûrê. Darbesta Tadik bi ala KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat xemilandin.

Piştî wecîbeyên olî, girseya gel cenaze hilgirt ser milan û bir Goristana Asrî ya li Cizîrê. Di merasîma cenaze de Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar û Hemê Aktî, endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê, Şaredarên herêmê, rêveberên BDP'ê, endamên MEYADER, aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes amade bûn. Her weha dikandarên navçeyê jî derabeyên xwe daxistin. Piştî meşa merasîmê, cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tadik bi dûayan hat veşartin. Li dû veşartina cenaze jî girseya gel bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Ji hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Hamê Aktî di axaftina xwe ya li vê derê de got, "Em soza dilsoziyê careke din didin lehengên gelê xwe yên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Bila hukûmeta AKP'ê baş bizanibe, gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, wê bi awayekî girseyî xwedî li cenazeyên zarokên xwe derkeve."

Dûre bavê gerîlayê HPG'ê Tadik Yûsûf Tadik peyivî û got, "Zarokên Cizîra Botan egîd in, leheng in, ew rûmeta me ne. Kurê min şehîdê Rêber Apo û hemû Kurdên bi rûmet e. Ezê di rêya zarokên xwe yên bi jiyana xwe vekirine, her bimeşim." Dayika Tadik Melîha Tadik jî got, "Bila serê zarokên me yên li serê çiyê têkoşîna azadiyê didin, sax be. Tu bi xêr hatiye nava me berê dayika xwe. Mahmût kurê tevahiya gelê Kurd e. Bila serê tevahiya gelê Kurd sax be."

Li dû merasîma cenaze, girseya gel çû serdana konê sersaxiyê yê li taa Nûrê.

Girseya gel a çû konê sersaxiyê li taxa Cizîr Nisêbînê bend danî. Lê belê polêsên Tirk bi bombeyên gazê û maşînên TOMA dest li bendên ciwanan werdan. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrişa polêsan. Pevçûn li nava kolanan dewam dikin.