Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Onen bi girseyî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Onen bi girseyî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) a di 3'ê Gulana sala 2011'an de li bejahiya gundê Kizilmecît a navçeya Dêrsim Pulumurê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Erxeniyê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) a di 3'ê Gulana sala 2011'an de li bejahiya gundê Kizilmecît a navçeya Dêrsim Pulumurê di şer de jiyana xwe ji dest da, piştî ku ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbata wê û rêveberên MEYADER'ê ve hat wergirtin, ber bi Amedê ve hat şandin. Cenaze li Erxeniyê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin. 

Cenazeyê Onen bi çepik û tililiyan hat birêkirin û hat ragihandin ku wê li Goristana Yenîkoy a Amedê were veşartin.