Cenazeyê Gerîla Nêrgiz Karahan wê îro li Cizîrê bê defnkirin
Cenazeyê Gerîla Nêrgiz Karahan wê îro li Cizîrê bê defnkirin
Cenazeyê Gerîla Nêrgiz Karahan wê îro li Cizîrê bê defnkirin
Piştî ku cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û Fermandara YJA-Starê ya Eyaleta Wanê Nergîz Karahan (Nergîz Cîzre) ji Zozanên Laleşê hatin wergirtin, pêr birin Meletiyê. Duh cenazeyê Karahan li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji hêla malbatê ve hat wergirtin
Pêr gerîlayên HPG’ê dema Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê hatibûn qada mîhrîcanê û cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û Fermandara YJA-Starê ya Eyaleta Wanê Nergîz Karahan (Nergîz Cizîr) teslîmî gel kiribûn. Bi hezaran kesî cenazeyên gerîlayên HPG’ê wergirtin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê û cenaze ji wir şandibûn Meletiyê.
Duh serê sibê malbata Nergîz Karahan çûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û malbat cenazeyê gerîlaya Kurd wergirtin û ber bi Şirnexê ve ketin ser rê. Hat ragihandin ku wê îro cenazeyê gerîla Karahan saet 09.00’an de piştî merasîma olî li Goristana Cizîrê bi beşdariya gelê navçeyê bi girseyî bê defnkirin.
Her wiha hat ragihandin ku malbata endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) ji bo cenazeyê Kaplan bigirin duh bi şev ji Wanê ber bi Meletiyê ve ketin ser rê.