Cenazeyê gêrîla Hozan Elî dê sibe radestî malbatê bikin
Cenazeyê gêrîla Hozan Elî dê sibe radestî malbatê bikin
Cenazeyê gêrîla Hozan Elî dê sibe radestî malbatê bikin
Pêwîstbû malbata gêrîla Hozan Elî (Sîdar Rêbaz) îro cenazeyê xwe kurê xwe wergirtiba, lê ji ber hinceta ewraq kêmin îro nedan, hate diyarkirin ku dê sibe cenaze radestî malbatê bikin.
Di 7'ê Çileyê 2013'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di leşkerên navçeya Çelê û Qereqola Garê operasyona leşkerî pêk anîbûn. Di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên gêrîlayan bi helîkopterê biribûn Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Piştî testa DNA'ê nasnameya gêrîla Hozan Elî (Sîdar Rêbaz) diyar bû, malbata gêrîla Hozan Elî ji Rojava hatin Amedê û serê sibê çûn Malbatiyê.
Malbata Elî li gel rêveberên MEYA-DER'ê çûn Meletiyê û xwestin cenazeyê kurê xwe yê gêrîla Elî wergirin. Lê dozgeriya Komarê ya Meletiyê bi hinceta ewraqên malbatê kêmin cenaze neda malbatê. Çav lê ye ku malbat sibê cenazeyê kurê xwe wergirin. Malbat dê sibê dîsa li gel rêvberên MEYADER'e ji Amedê biçin Meletiyê.