Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Cenazeyê gerîla Gezgor ji Hewlêr hat oxirkirin

Cenazeyê gerîla Gezgor ji Hewlêr hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mervan Kaçîm (Mervan Gezgor) ê li Kerkûkê di şerê li hemberî DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, ji bo bişînin Riha birin Deriyê Sînor ê Xabûr.

Di 29-30’ê Îlonê de li navçeya Daquq a girêdayî Kerkûkê gerîlayên HPG’ê û hêzên pêşmergeyan ku operasyoneke hevpar li dijî çeteyên DAIŞ dan destpêkirin, di şer û pevçûnên rû dan gerîlayê HPG’ê Mervan Kaçîm (Mervan Gezgor) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gezgor duh bi şev anîn Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêr.

Danê sibehê di nav wan de rêveberên PÇDK’ê, Saziya Malbatên Şehîdan û DBP’ê ku hebûn bi sedan kesan cenazeyê Gezgor bi alên PKK, HPG û dirûşmayên,  Şehîd Namirin” ber bi Deriyê Sînor ê Xabûr ve şandin.

Cenazeyê Gezgor wê li Riha bê defnkirin.