Cenazeyê Fermandarê Gerîla Mehmet Goyî sibê tê defnkirin

Cenazeyê Fermandarê Gerîla Mehmet Goyî sibê tê defnkirin

Cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) ê di pevçûneke li Bêşebab a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmeke girseyî wê li Zozana Faraşînê were defnkirin.

Di Mîhrîcana Berxbir a li Zozana Laleşê ya navçeya Şirnex Elkê, gerîlayên HPG'ê daketibûn qada mîhrîcanê û cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmed Goyî) ê di şerê di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dabû, radestî gel kiribûn. Piştî karûbarên otopsiyê yê li Meletiyê ku bi dawî bû malbatê cenazeyê Fermandar Mehmet Goyî wergirt û ber bi Wanê ve ket rê.

Bav Salih Kaplan têkildarî merasîma cenaze ragihand  ku wê sibê saet 09.00’an cenaze were pêşwazîkirin û paşê bi awayekî girseyî cenaze bibin Zozana Faraşînê. Kaplan ku tevayî gelê Wanê dawetî merasîma cenaze kir wiha got, "Wê cenaze sibê saet 09.00'an li Tesîsên rawestînê yên Hîtît were pêşwazîkirin. Paşê bi awayekî girseyî em ê cenaze ber bi Zozana Feraşînê ve bibin. Li wir jî piştî merasîmê em ê cenaze bispêrin axê. Ez gelê bi rûmet ê Wanê dawetî merasîma cenaze ya sibê dikim.”