Cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê spartin axê

Cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê spartin axê

Cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê ku di 27'ê Gulanê de li Basûtê jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Seydo ya Cindêrisa Efrîn hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egît Rojava) ku di 27'ê Gulanê de li Basûtê jiyana xwe ji dest dabûn û ketibûn destê komên çekdar, duh hatin wergirtin û îro ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.

Welatî duh saet di 16.00᾿an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan ku cenaze lê hatibûn bi cih kirin hatin cem hev. Ji vir girseyê cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêrisa a Efrînê oxir kirin. Kerwanê cenazeyan saet di 17.00᾿an de gihiştin navçeya Cindêrsa Efrîn. Li Cindêris kerwanên cenazeyan ji aliyê hezaran kesî ve li riya ketina bajêr hate pêşwazî kirin. Kerwan di nava kolanên bajêr de geriya û piştre ber bi goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya çiyayê Şehîdan bi rê ket.

Li goristanê merasîm hate lidar xistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre li strana ku bi dengê şervanê YPG᾿ê Demhat hatbû tomar kirin hate guhdar kirin. Di merasîmê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê li Efrîn  Selahedîn Efrîn axivî û da zanîn ku YPG᾿ê di opersyona xwe ya li dijî komên çekdar bi ser ne diket ku gelê kurd piştgiriya YPG ne kiriba û got:᾿̓ Em bi piştgirtî û hezkirina gelê xwe bi ser dikevin.᾿̓ 

Efrîn, bal kişan ser kiryarên komên çekdar ên li dijî mirovahiyê û ev tişt got: ᾿̓ Me birîndarên wan derman dikirin, ew an birîndarên me îşkence dikirin. Em neçar bûn ku em şer bikin da ku em gelê xwe biparêzin. Me wek YPG᾿ê êrîşî kesî ne kiriye em gelê xwe diparzin. Ew xwe misilman hesab dikin, lê kiryarên wan ji îslamê dûre.Evan îşkence li cenazeyên me kiribûn û Îslam û hezretî Mihemed vê yekê qebûl nakin. Komên çekdar ziyan gihiştin îslamê bi giştî.᾿̓

Di merasîmê de malbatên 3 şervanên YPG᾿ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egît Rojava) jî axivîn û soz dan ku ew ê heta dawî li ser xeta azadiyê ya zarên xwe bimeşin.

Piştî axaftin bi dawî bûn girseyê cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê spartin axê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egît Rojava) ku di 27'ê Gulanê de li Basûtê jiyana xwe ji dest dabûn û ketibûn destê komên çekdar, beriya 2 rojan hatin wergirtin û di nexweşxaneya Avrîn a Efrînê de hatbûn bicih kirin. Beriya merasîm dest pê bike cenaze duh anîn navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrîn.