Cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê hate dîtin

Cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê hate dîtin

 Yekîneyên Parastina Gel (YPG) cenazeyê 3 şervanên xwe yên ku di pevçûnên gundê Basilê de jiyana xwe ji dest dan bûn, piştî ku gund rizgar kirin dîtin.

Saziya Malbatên Şehîdan ragihand ku cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ku di pevçûnên gundê Basilê de jiyana xwe jidest dan û cenazeyên wan wind bûn, piştî ku şervanên YPG᾿ê gund ji komên çete rizgar kir dîtine. Navê şervanên YPG᾿ê ku cenazeyên wan hatiye dîtin evin: Dêrisim, Adil û Serhed. Cenaze ji gundê basilê birin Efrînê.

Saziya Malbatên Şehîdan bang li welatiyan kir da ku tevlî merasîma defin kirina 3 şervanên YPG᾿ê bibin. Merasîm dê sibe saet di 15.00᾿an de ji  ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a li Efrînê bi rêkeve û li goristana Şehîd Seydo a li gundekî li Ciyayê Qaziqlê ya navçeya Cindêrisa Efrînê.