Cemiyeta Rojnamevanên Azad hat avakirin

Cemiyeta Rojnamevanên Azad hat avakirin

Li Amedê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ku azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê bingeh digire hat avakirin.

Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de bi dehan rojnamevanên Kurd hatin qetilkirin. Gelek rojnamevanên Kurd hatin girtin û rastî cezayan hatin. Rojname hatin girtin û avahiyên rojnameyan hatin bombekirin. Ji ber ku rojnamevanên Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê her tim aşkere kir û ronî kir rastî îşkence û kuştinê hatin. Rojnamevanên Kurd ku ligel kuştin, girtin, revandin û zextan rêya xwe berdewam kirin û heta îro têkoşîna xwe berdewam kirin, niha di bin cemiyetê de dê xwe bi rêxistin bikin. Rojnamevanên Kurd ji bo bêtir xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe biparêzin li Amedê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ava kir.

Cemiyeta ku li ser rêgeza azadiya ramanê û demokratîkûnê hatiye avakirin, hemû rojnamevanên fikra azad diparêze û rastiyê bingeh digire dikarin di bin baneyê cemiyetê de xwe bi rêxistin bikin. Cemiyet demokrasî, ekolojî, azadiya zayendê û tevlîbûna demokratîk bingeh digire. Li dijî wêderkbûnê azadiya ramanê diparêze û cih dide hemû îfadeyan. Ji bo agahîgirtin û dayînê tu sînor û zextan qebûl nake. Mafê rojnamegeran diparêze û destûr nade ku rojnamevan li dijî sincên civakê tev bigerin. Dîsa ji bo mafê rojnamevana ên civakî û çandî xebatê dimeşîne.

‘JI BO KEDKARÊN JIN CUDAHIYA POZÎTÎF DIKE'

Cemiyetê di rêziknameyê de ji bo mafê jinan bêtir biparêze û pêş bixe cudahiya pozîtîf dike. Rojnamegerên ku zextên fizîkî, derûnî û aborî li ser hevjînên xwe bikin û mafê perwerdeya zarokên xwe yên jin asteng bikin, zarokên xwe bi berdel, qelen û di temenê zarokatiyê de bidin zewicandin û di bin navê evîn, flort û namûsê de zextan li ser jinê bimeşîne endamtiya wan nayê qebûlkirin.

DÊ KARIBE ŞAXAN AVA BIKE

Cemiyet, dê karibe ji bo rojnamegeriyê stajyeran perwerde bike û jibo kar bibîne dê bibe alîkar. Ji bo rojnamevaniya jinê pêş bixe dê alîkariya hewedar bike. Cemiyet, di çarçoveya xebatê de dê cih bide rêxistinbûna jinê. Dê bi komele, wexf, sendîka û rêxistinên civakî re hevbar xebatan bimeşîne. Dê ji bo xebatên hemarmanc di nava platforman de cih bigire. Navenda cemiyetê dê li Amedê be. Dê karibe li bajarên din ê Tirkiyeyê jî şaxan veke.

‘PÊDIVIYEK BINGEHÎNE'

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettin Çelîk diyar kir ku, li Tirkiyeyê li dijî çapemeniyê di salên dawî de zextên giran tên meşandin û wiha got: "Di salên 90'an de piştî Tevgera Gelê Kurd a Azadiyê pêş ket, saziyên çapemeniya Kurd ji hat avakirin. Li gel ku gelek saziyên çapemeniya Kurd hene jî heta niha Cemiyeta çapemeniya azad tune bû. Ev pêdiviyek bingehin bû. Wekî pêdiviyek bingehîn hat dîtin û hat avakirin. Ji bo rojnamegerên Kurd û azad xwe di bin banekî de bêtir bi rêxistin bikin û bi hêz bikin û karibin bêtir mafê xwe biparêzin ev cemiyet hat avakirin.

PIRANIYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ ENDAMÊN ÇAPEMENIYA AZADIN

Çelîk da zanîn ku, rojnamevanên Kurd di salên 1990'an de dihatin kuştin û di salên dawî de jî tên girtin û rastî cezayan tên. Ji bo em li hevalên xwe yên girtî û mafên wan tên binpêkirin xwedî derkevin û mafê wan biparêzin û dîsa pêş bixin me ev cemiyet ava kir. Em dê hem mafê rojnamegeran biparêzin û hem jî di qada herêmî û tevahî de rojnamevanan pêş bixin û xurt bikin."