Cemiyeta Rojnamegerên Azad bertek nîşanî Danîmarkayê da

Cemiyeta Rojnamegerên Azad bertek nîşanî Danîmarkayê da

Cemiyeta Rojnamegerên Azad ku navenda wê li Amedê ye daxuyaniyek nivîskî weşand û biryara daraza Danîmarkayê ya îptlakirina Nûçe TV, MMC û Roj TV protesto kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve hatî dayîn de, bibîrxist ku Nûçe TV, MMC û Roj TV di serî de dengê gelê Kurd û gelên cîhanê ye û da diyarkirin ku, 4’ê Adara 2010’an di serî de Roj TV li dijî hemû dezgehên Kurd ên li Ewropayê ku xebatkarên televîzyonê hatin lêdan, gelek xebatkar hatin binçavkirin û her wiha doza ku 3 salan berdewam kir, duh bi encam bû.

Di encama darezandina hatî kirin de, lîsansê 3 televîzyona hate îptalkirin û cezayê pereyek cidî hate dayîn. Têkildarî vê ev tişt anîn ziman:

“Dê daraza Danîmarkayê weke deqeke reş bkeve dîroka demokrasiyê, îmze avêtiye biryarekî skandal û hiqûq avêtine bin lingê xwe. Berî her tiştî ev biryar, derbeyeke li azadiya çapemeniyê. Biryara girtina televîzyonên dengê gel, bitaybet di dema pêvajoya çareseriya demokratîk de watedare. Ev biryar weke berê di mînakên MED TV û MEDYA TV de hat dîtin, biryareke bêhurmete li hember nasname, çand û hebûna gelê Kurd e. Ev biryar derbeyeke li azadiya çapemeniyê, gelên bindest û bitaybet gelê Kurd.

Em bang dikin ku, Danîmarka vê biryarê di pêvajoya temyîzê de sererast bike, di serî de yên li Ewropayê jiyan dikin, gelên ku baweriya wan bi azadiya çapemeniyê tên di şexsê Nûçe TV,MMC û Roj TV de xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derbikevin.”