Çelîk ê BDP'yî Bajarê Antîk ê Dara pirsî
Çelîk ê BDP'yî Bajarê Antîk ê Dara pirsî
Çelîk ê BDP'yî Bajarê Antîk ê Dara pirsî
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk ji Wezîrê Çandê yê Tirk Omer Çelîk pirsî ka Bajarê Antîk ê Dara dê were parastin an na.
Di pêşniyarpirsê de Çelîk diyar kir ku Bajarê Antîk ê Dara li gundê Dara yê 30 kîlometre li başûrrojhilatê Mêrdînê, 8 kîlometre li bakurê rêya bejahî ya Mêrdîn-Nisêbînê li cihê ku Çiyayên Tûr Abîdîn lê digihê hev, li ser kevirên kilsê hatiye çêkirin.
Çelîk da xuyakirin ku bermayînên ji kolandinên arkeolojîk ên ji vê derê hatine derxistin tê texmînkirin ku yekemîn bendav a cîhanê li vê derê hatiye çêkirin û got, "Gelek gorên keviran û mîrateyeke çand û dîrokî ya bawerî û çanda her demê nîşan dide, derketine holê. Eger berfirehiya qadê ya gund li ser e û hînê nehatiye kolandin li ber çavan were girtin, xuya dibe ku gelek nirxên din ên çandî dikarin werin peydakirin."
Di pêşniyarpirsa Çelîk de van pirsan cih girtin:
- Wezareta we li Bajarê Antîk ê Dara yê li gundê Dara xebateke arkeolojîk meşandiye? Eger eger meşandibe, encam çi ye?
- Ji bo parastin û tescîlkirina Bajarê Antîk ê Dara, xebat hatine destpêkirin?
- Ji bo parastina mîrateya çandî, berhemên dîrokî û hebûneyên xwezayî û çandî yên Tirkiyê, çi karî hûn dimeşînin, yan jî karekî ku hûnê bikin heye?
- Çima heta niha xwedî li Bajarê Antîk ê Dara nehatiye derketin, ku ev der weke Efes a Mezopotamya tê qebûlkirin?
- Ji bo meşandina vî karî, pêwîste gundiyên li ser qada mijara gotinê, bêyî mexdûr bibin li herêmeke din were bicihkirin. Di vî warî de karekî we heye? Eger hebe, ev karê we di kîjan astê de ye?