Çelê hate topbaran kirin
Çelê hate topbaran kirin
Çelê hate topbaran kirin
Hate ragihandin ku, artêşa Tirk hinek girên bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi obîs û hawana topbaran kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina (HPG-NÇR) daxuyaniyek da û ragihand ku, roja 21’ê Hezîranê di navbera demjimêrên 17:00-20:00’an de bejahiya Çelê hatiye topbaran kirin.
Di topbarana ku bi obîs û hawana hate kirin, hate ragihandin ku herêmên Gir û Geliyê Guvenlikê, geliyê Erbîş, girê Şehîd Karwan, Talisa, Girê Bayrakê, Kepê Mirîşka û Girê Hakan hatine hedef girtin.