Cebhet El-Nusra êrîşî gundê Çêlekê kirin

Cebhet El-Nusra êrîşî gundê Çêlekê kirin

Çekdarên Cebhet El-Nusra êrîşî gundê Çêlekê yê girêdayî bajaroka Til Merûf kirin û 2 welatî revandin. Hêzên rêjîma Baas jî gundên Til Nesrî û Farqîn topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çekdar ên girêdayî Cebhet El-Nusra îro saet di 06.00᾿an de êrîşî gundê Çêlekê yê girêdayî bajaroka Til Merûf kirin û welatiyên bi navê Dawid Elî û Salar Elî tevî wesayîtên wan revandin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku li başûrê Qamişlo di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar ên Artêşa Azad de ev 3 rojin pevçûn didomin û îro hêzên rêjîmê gundên Til Nesrî û Farqîn ên girdayî bajaroka Til Merûf topbaran kirine.

Di encama topbaranê de mirin û birîndarbûn çênebû, lê gundiyan gundên xwe terikandin.