Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

CDK-F: Em bi ruhê serhildanê dakevin kolanan

CDK-F: Em bi ruhê serhildanê dakevin kolanan

Hevserokatiya CDK-F bang li tevahiya Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir ku bi ruhê serhildanê dakevin kolanan.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir ku bi ruhê serhildanê dakevin kolanan. Hevserokatiya CDK-F'ê banga tevlîbûna xurt a li çalakiyan kir û got, "Li dijî êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê, gel û şervanên YPG/YPJ ji 15'ê Îlonê û vir ve berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Divê gelê me yê li Fransayê bi ruhê vê berxwedanê dakeve kolanan. Li gorî agahiyên îro di çapemeniyê de cih girtin, DAIŞ'ê tevî Kobanê êrîşên xwe yên li hemberî Başûrê Kurdistanê jî zêde kiriye. Tê gotin ku li Helebê 900 Kurdên sivîl hatine revandin. Nabe ku li mirov li pêşberî vê barbariyê bêdeng bin."

CDK-F got, "Çalakiyên li Parîs, Strasbourg, Lyon, Marsîlya, Rennes û gelek navendên din destpêkirin, divê bi ruhê berxwedanê bên mezinkirin" û ji bo çalakiya li ber Parlamenta Neteweyî ya Fransayê dewam dike banga tevlîbûna xurt li Kurdistaniyên li herêma Ile De France kir.

CDK-F ragihand ku der barê nuqte û cihê çalakiyan de navendên civaka demokratîk gel agahdar dike û got, "Divê em bi ruhê seferberiyê ji bo Kobanê dakevin kolanan, çalakiyan lidar bixin."

CDK-F banga tevlîbûna çalakiyên li Invalides a li kêleya Parlamenta Fransayê ya li Parîsê, li ber Konseya Ewropa ya li Strasbourgê û li Vieux Port a li Marsîlyayê kir.